Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Tevli Kombûna Asta Bilind Dibe


Serok Obama Tevli Kombûna Asta Bilind Dibe
Serok Obama Tevli Kombûna Asta Bilind Dibe

Serokê Amerîka Barack Obama, îro Înîyê tevli kombûneke asta bilind ya Neteweyên Yekbûyî dibe, ku li ser Sudanê tê çêkirin.

Li ber e, Serok Obama daxwaza referandumeke yekcarî bike ku biryarê bide başûrê Sudanê ji bakur cûda be yan ne.

Şîretvana ewlehî ya Amerîkî Samantha Power dide zanîn, birêz Obama dê daxuyanîyên gelek girîng pêşkêş bike, derheqa dahatîya Sudanê.

Power dibêje, Serok biryar da ku pişikdarîya kombûnê bike, jiber balkişandina girîngîya kombûnê li ser Sudanê. Power got, biryara pêşîn ew bû ku civîn di asta wezîran de bête lidar xistin.

Kombûn bi mêvandarîya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon tê kirin û bi beşdarbûna Serokê başûrê Sudanê Salva Kiir û Cîgirê Serokê Sudanê Alî Osman Taha.

Referanduma Sudanê wê biryarê bide ku gelê başûr dixwaze ligel bakur bijî yan serxwebûna xwe ragihîne. Piranîya şîkerên sîyasî pêşbînî dikin ku başûr dê serxwebûnê bibêjere.

XS
SM
MD
LG