Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump 15ê Berfanbarê Wek Roja Danezana Mafan Radigihîne


Nêzîkî 250 sal berê, lehengên Şoreşa me Daxuyanîya Serxwebûnê îmza kirin, ku tê de lîsteke wêrek ya mafên bingehîn ku Afirînerê me bexşî me kirî pêşkêş dikir. Bi demê re, digel serxwebûna ku ji şahînşahîya zalim hatî standin, Netewa me dema ku Qanûna Bingehîn erê kirî, ew prensîbên azadî û wekhevîyê xistin qanûna Netewa me ya nû. Fikra şoreşgerî ya di dilê wan de - ku hinek mafên takekesî ji destê hikûmetê wêvetir in - li seranserê cîhanê deng veda. Îro û vê hefteyê, em mafên xwe yên pîroz û mînaka ku wan jibo dîroka mayî danayî pîroz dikin.

James Madison, yê ku teksta Belgeya Mafan nivîsî, di destpêkê de ji pêwîstîya cîhkirina mafên taybet bi awayek vekirî di Qanûna Bingehîn de bi guman bû, bawer dikir ku kontrol û hevsengîyên di sîstema me ya rêveberiyê de, dê jibo pêkanîna wê armancê bixebitin. Lê wî nirxê ku Belgeya Mafan dikare dabîn bike qebûl kir û xebitî ku maf û azadîyên takekesî yên Amerîkîyan birastî di qanûna bingehîn ya welatî de cîh bigire. Madison bi zanebûn hay jê hebû ku her çend hikûmetek ku jibo xizmeta gelê xwe hatî damezirandin rast û rewa be jî, "hêz, wekî ku pêwîst e bikeve destên mirovan de, dê her dem îhtîmala binpêkirinê hebe." Jiber vê yekê, ew xebitî ku mafên mirovî yên bingehîn, di nav de mafên kombûna aştîyane, azadîya axaftinê û azadîya bikaranîna olî, di nivîsara me ya qanûna bingehîn de bi cîh bike û bi nifşan Amerîkî ji binpêkirinên hikûmetê parastin û bihêzkirin.

Têgihiştina şoreşgerî ya mafên mirovan ku di Daxuyanîya Serxwebûnê de tê dîtin û di Qanûna me ya Bingehîn de hatiye bicîh kirin jibo cîhanê rêyek dabîn kir ku mafên mirovan yên takekesî pêşve bibin. Di sala 1948an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Belgeya Mafên me wekî nimûne girtin û Daxuyanîya Gerdûnî ya Mafên Mirovan nivîsî, ku "rûmeta xwezayî" û "mafên wekhev û bingehîn" yên mirovan nas dike. Di destpêka vê salê de, me 45emîn salvegera îmzakirina Peymana Helsinki jî pîroz kir, ku Cîhana Rojava li hember Yekîtîya Sovyetê azadîyên mirovî yên bingehîn yên wisa qebûl kiribûn.

Tevî wan pêngavên girîng, cîhan hêşta jî bi binpêkirinên trajîk yên mafên mirovan ve tiji ye, di nav wan de zordestîya li ser jinan, xebata bi zorê, nîjadperestî, û zordestîya etnîkî û olî. Rêvebirîya min li her enîyekê li dijî wan neheqîyan berdevam şer dike, dema ku bang li neteweyên din yên serwer dike ku rêzê li mafên bingehîn yên gelê xwe bigirin. Di destpêka vê salê de, min Fermaneke Biryarder ya Pêşîgirtina Sansura Înternetê îmza kir, ku azadîya ragihandinê ya Amerîkîyan di medyaya civakî û platformên din de diparêze û pêşve dibe û he wiha dixwaze li dijî binpêkirinên mafên mirovan yên li derveyî welat şer bike, wekî zîndana girseyî ya kêmahîyên olî li Çînê, ku bi gelemperî bi ewrekî pêzanînên nerast yên ser înternetê tên nixaftin. Wekî din, min wê dawîyê Fermaneke Biryarder ya Pêşvebirina Azadîya Olî ya Navnetewî îmza kir, ku di dîplomasîya Amerîkayê de pêşîtîyê dide wê azadîya bingehîn û destnîşan dike ku pêşxistina azadîya olî li derveyî welat jibo tekoşîna dijî tundûtûjî û tawanên dijî mirovahîyê ku seranserê cîhanê bilind dibe girîng e. Ji Welatên Yekbûyî yên Amerîka mezintir parêzvana azadîyê nîne û emê di hewildanên xwe de rijd bimînin.

Di dema Roja Mafên Mirovan, Roja Belgeya Mafan û Hefteya Mafên Mirovan de, em rûmetê didin serpêhatîya bêhempa ya Netewa xwe û em welatparêzên ku alîkarîya bidesxistina mafên me yên bingehîn, azadî û nirxên jibo me û sibêroja me kir, pîroz dikin. Herwiha em bi rola ku mîrateya me di pêşketin û parastina mafên mirovan de li sernserê cîhanê girtîye serbilind in. Pêbendîya Amerîka bo azadîya takekesî û rûmeta mirovî bingehîn e. Em tekez dikin ku prensîbên di Belgeya Mafan de hatine destnîşan kirin, bingehîn in û em jinûve soz didin ku mîrateya wan li welatê me piştrast bikin dema ku em bi berdevamî pêşengîya parastina bihêztir ya mafên mirovan li seranserê cîhanê dikin.

NIHA, JIBER WÊ SEDEMÊ , EZ, DONALD J. TRUMP, Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîka, bi saya otorîteya ku Qanûna Bingehîn û qanûnên Welatên Yekbûyî daye min, ez di 10ê meha 12, 2020ê ya Roja Mafên Mirovan de, 15ê meha 12, 2020ê wek Roja Belgeya Mafan û hefteya ku di 6ê meha 12, 2020ê de destpê dike, wek Hefteya Mafên Mirovan radigihînim. Ez bang li gelê Welatê Yekbûyî yên Amerîka dikim ku wan rêzdarîyan bi çalakî û merasîmên kêrhatî destnîşan bikin.

BI ERÊKIRIN, Min di wê roja çaran ya meha 12, di sala Xwedayê me ya du hezar û bîstê û di sala du sed û çil û pêncem ya Serxwebûna Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê de destê xwe danî vê dêre.

DONALD J. TRUMP

XS
SM
MD
LG