Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Dijî DAIŞê Bang li Rûsya Dike ku Serhildayan Neke Armanc


Rûsya îro Înê jî êrîşên xwe yên esmanî li Sûrîyê didomîne, lê koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka jî bang li Moskow dike ku êrîşên ser opozîsyona Sûrî rawistîne û bala xwe bide armancên Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Daxuyanîyeke koalîsyonê ku di malpera wezareta derve ya Tirkîyê de hate weşandin, tê gotin ku êrîşên Rûsya wê alozîya heyî kûrtir bike û komên tundrê jî hêzdartir bike.

Di koalîsyonê de Amerîka, Brîtanya, Tirkîye, Fransa, Almanya, Qatar û Erebistana Saudî hene û ji salake vir ve êrîşên esmanî yên dijî DAIŞê pêk tînin.

Çavdêran do Pêncşemê ragihandibû ku firokên Rûsî, serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad jî dikin armanc û Kremlînê jî penasînê bi wê yekê kiribû ku ew li jimareke komên çekdar dixin.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov gotibû ku ew bilî DAIŞê, komên tundrê yên din jî dikin armanc û armancên ku têne bijartin di encama kordînasyona ligel Sûrîyê tên kirin.

XS
SM
MD
LG