Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyon Pênasînê bi Kuştina 61 Sîvîlan li Îraq û Sûrîyê Dike


Koalîsyona navnetewî ya dijî Dewleta Îslamî îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku reng e 61 sîvîlên din di êrîşên wê yên esmanî de li Îraq û Sûrîyê hatine kuştin.

Bi vê daxuyanîya nû, hejmara giştî ya sîvîlên kuştî li Îraq û Sûrîyê ku koalîsyonê pênasînê dike, ji destpêbûna kêşeya DAIŞ’ê vir ve giheştiye 685 kesan.

Koalîsyonê bi berdewamî dîyar kir ku wê di meha Tîrmehê de vekolîna 37 raportên kuştina sîvîlan kiriye û giheşte wê encamê ku tenê 13 ji wan pêbawer in û 61 kuştinên sîvîlan ya bêmebest qewimîne.

“Koalîsyon vekolîna 455 raportên din didomîne ku îdia dikin sîvîl di encama êrîşên wê yên topî û esmanî de hatine kuştin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku bûyera herî kujêr ya vekolînkirî di 14’ê Adarê de li nêzî Mûsilê pêk hatibû. Dema firokên koalîsyonê êrîş kiribûn ser çepereke çekdarên DAIŞê, 27 sîvîlên ku li avahîya kelêkê xala armanckirî hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG