Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Michael Cohen re Sê Sal û Du Meh Cezayê Zindanê Hate Birîn


Dadgeheke Amerîkî îro Çarşemê bi giştî sê salên cezayê zindanê parêzerê berê yê Serokê Amerîka Donald Trump, Michael Cohen birî.

Dadgehê ew ceza da Cohen, bi sedema ku wî di dema kempeyna seroktîyê de, bi awayê neqanûnî bertîl daye jinekê ku xwe bêdeng bike û derheqa projeyeke Trump ya bi Rûsan re, derewan ji Kongresê re kiriye.

Dadwerê federalî William Pauley yê li Manhattan, New York bo dayîna diravên neqanûnî sê sal û bo derewkirinê du meh ceza li Cohen birî.

Cohen di meha Tebaxê de sucê dayîna dirava neqnûnî û di Mijdarê de jî sucê derewkirinê qebûl kiribû.

XS
SM
MD
LG