Şandeya aştîyê îro Pêncşemê ragihand ku hikûmeta Kolombîya wê danûstandinên aştî yên bi serhildayên Artêşa Rizgarî ya Neteweyî (ELN) yekalî nesekinîne.
Serokê delegasyona aştîyê ya hikûmetê Vera Grabe û senator Ivan Cepeda dîyar kir ku biryar di destê serhildayan de ye.
‘’Armanca hikûmetê temamkirina peyvajoya aştîyê ya bi Artêşa Rizgarî ya Neteweyî re ye. Emê nebin ew alî ku danûstandinan radiwestîne.’’
Serê vê mehê dawî li agirbesta her du alîyan hatibû û hikûmeta Kolombîyayî ragihandibû ku wê ferman daye leşker û polîsan ku dijî koma serhilda jinûve dest bi operasyonan bikin.
ELN jî dîyar kiribû ku ewê êrîşa nebe ser artêşê, lê got ku ger hewce be ewê berevanîya xwe bike.
Hêjayî balkişandinê ye ku di şerê navbera hikûmeta Kolombîya û ELN de, 450,000 kes ku di 16 salên borî de hatine kuştin.