Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Teqînên Kongoyê Hatin Kuştin


Diplomat û karbidestên hikûmetê dibêjin di zincîreka teqînan de li paytexta Komara Kongo nêzîkî 200 kes hatin kuştin, ku hejmareka wan karkerên Çînî ne.

Li gorî karbidestan, ew teqîn roja Yekşemê li depoya çekan li Brazzaville a paytext çêbûn.

Konsulxaneya Çînê li Brazzaville ragihand ku herî kêm çar karmendên Çînî di wan teqînan de hatin kuştin.

Hevdem, zincîreka teqînan herwiha Kinşasa ya paytexta Komara Demokratîk ya Kongoyê hejand.

XS
SM
MD
LG