Helwesta û reaksîyona Kongresa Amerîkî hember rêkeftina navokî ya ligel Îranê, ku îro Sêşemê hate îmzekirin, di nav qanûndanerên her du partîyan de ji hev cihê bû.
Demokrat bi haydarî derbarê vê rêkeftinê geşbîn in û Komarî jî bawer dikin Amerîka gelek destberdan kir, heta ku bigihêje rêkeftina dumahîkê bi Tehranê.
Senatorê Komarî Bob Corker, berpirsê Komîteya Peywendîyên Derve li Senatoyê got, ew gelek biguman e ku ev rêkeftin dê birastî rê li ber Îranê bigire ku çekên navokî bidest bixîne.
Ji alîyekî din ve, rêbera Demokrat Nancy Pelosi pesna Serok Barack Obama û Wezîrê Derve John Kerry da, ser rêbertîya wan di dema danûstandinan de.
Serokê Civata Nûneran John Boehner yê Komarî jî gazin ji rêvebirîya Obama kir ku dest ji standardên bingehî di van gotûbêjan de berda. Ev standard jî ew piştrastkirin e ku mafê Îranê ya dewlemendkirina uranyumê tuneye.