Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Conte: Emê Sînordarkirinên Jîyanê Qonax bi Qonax bi Dawî Bikin


Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dîyar kir ku ewê sînordarkirinên ser derketina derve ji 4’ê Gulanê pê ve qonax bi qonax bi dawî bikin.

Conte ji Facebookê da zanîn ku ewê hûrgilîyên ser bidawîkirina sînordakirinan di nava vê hefteyê de ragihîne.

‘’Min dixwest ku ez bibêjim ‘Hema niha, sibê, em her tiştî vekin’ lê ew helwest dijî berpirsîyan e.’’ Giuseppe got.

Wî da zanîn ku ew naxwazin ku hemî tedbîrên wan heta niha sitandine bêwate bimînin.

Vîrusa korona li Îtalya heta niha pirtir ji 24,000 kesan kuştine.

XS
SM
MD
LG