Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte karvekişîna xwe pêşkeşî serokomarê welêt Sergio Mattarella kir.
Ofîsa Serokomarîya Îtalya ragihand ku ewê bo çareserkirina kêşeya sîyasî di demeke kin de dest bi danûstandinên fermî bikin.
Li gor daxuyanîya wê ofîsê, Mattarella ji Conte xwestiye ku ew di peyvajoya danûstandinê de li ser kar bimîne û karên hikûmetê bimeşîne.
Çaverê ye ku Mattarella îro Çarşemê bi rêberên partîyan re bicive.
Ew kêşeya sîyasî ya Îtalya piştî serokwezîrê berê Matteo Renzi ji koalîsyonê veqetîyabû destpê kiribû ku bi wê veqetînê hikûmeta Conte li civata jorîn ya parlamanê piranî hinda kiribû.
Conte di sala 2018’an de bi hilbijartinên giştî bûbû serokwezîr û wî di sala 2019’an de bi piştgirîya Renzi hikûmeta xwe ya duyê damezirandibû.