Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cotkarên Kurd ji Bexda Dixwazin ku Diravên Salên Borî Bide Wan


Hejmareke mezin ji cotkarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê xwenîşandanek li hember parlamana Herêma Kurdistanê pêk anîn.

Cotkaran daxwaz ji parlaman, hikûmet û seroktîya Herêma Kurdistanê kirin ku givaştinên mezin li ser hikûmeta Îraqê bikin ku dirava salên 2014, 2015 û 2016 yên cotkarên parêzgehên Herêma Kurdistanê bişîne.

Abdulsitar Mecîd, Wezîrê Çandinî yê berê ya Herêma Kurdistanê û serokê fraksîyona Komela Îslamî li parlamentoya herêmê got ku wan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku wê mijarê bîne pêş hikûmeta Bexdyê.

“Divê yek ji endamên lîjneya çandinê jî di nava wan danûstandinan da hebe heya ku bergirîyê ji mafên cotkaran bike,” Mecîd got.

EZ_01_27_2020_cotkarên_kurd
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00


XS
SM
MD
LG