Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cot Êrîşên de bi Dehan Kes li Tîkrîtê Hatin Kuştin


Bajarê Tîkrîtê

Ajansa Reuters’ê ragihand ku di cot êrîşên xwekujî yên hember daweteke de, 26 kes li bakurê Bexda hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Ajansê dîyar kir ku her du êrîş li gundê el-Hejaj ya nêzî Tikritê pêk hatin.

Hîn ti rêxistin berpirsîya êrîşan negirtîye ser xwe, lê vê dawîyê DAIŞ’ê êrîşên heman rengî li dijî sîvîlan û hêzên ewlekarîyê li dar xistibûn.

Rêxistina tundrê Tikrit û herêma ku Bexda dorpêç dike, di sala 2014’an de bi dest xistibû, lê hêzên Îraqî yên bi piştgirîya Amerîka ew de ji DAIŞ’ê sitandibûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku DAIŞ niha li Mûsilê di bin êrîşa hêzên Îraqî de ye ku hewila didin yek jî dawîtirîn keleha wê rêxistina tundrê rizgar bikin.

XS
SM
MD
LG