Navenda Çavkaniyên Vîrûsa Koronayê ya Johns Hopkins îro Yekşemê ragihand ku 326.2 mîlyon mirov li seranserê cîhanê bi nexweşîya vîrûsa koronayê ketine û di heman demê de mirina 5.5 mîlyon kesan jî hatîye tomar kirin.
Navendê herwiha eşkere kir ku zêdetirî 9 mîlyar derzîyên vaksînê hatine bikarînan.
Rêvebira UNICEF’ê Henrietta Fore roja Şemiyê got ku wan 1.1 mîlyon vaksînên COVID-19 şandîye welatê Rwandayê ku ew ji "yek mîlyar derzîyan bû ku bo COVAX’ê hatine dabîn kirin."
Fore dîyar kir ku “Em dizanin karê me gelek e jiber ku pir kesan hîn jî derzîya yekem li xwe nedane.”
COVAX hevalbendîyeke navnetewî ye ku aramnca ew e derzîyên vaksîna COVID-19 bo her kesî bi awayekî wekhev dabîn bike, bi taybet li welatên xwedî dahatên kêm.