Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Covid-19 li Seranserê Çînê 2592 Kes Kuştin


Mirinên jiber vîrusa korona ya bi navê Covid-19 didomin.

Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku Covid-19 di 24 saetan de 150 kes kuştine.

Li gor daxuyanîya komîsyonê, ji destpêka belavbûna Covid-19, heta niha ti roj ewqas kes jiber wê vîrusê jîyana xwe ji dest nedane.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî dîyar kir Covid-19 li seranserê Çînê ketiye canê 77150 kesan û 2592 kes kuştine.

Herwiha li Îranê 12, li Koreya Başûr 7, li Îtalya 4 kesan jiber Covid-19 ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî welatên din bûbû.

XS
SM
MD
LG