Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdoganê Piştî Kuştina Xaşiqcî di Serdana Yekê de bi Rêberên Siûdî Dicive


Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganî di serdana xwe ya yekem da piştî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî di sala 2018an da ji bo "pêşxistina" têkiliyan digel Prensê Cîgir yê Erebistana Siûdî hevdîtinek pêk îna. Kuştina Cemal Qaşiqcî di navbera hêzên Sunnî de şikestinek çêkiribû.


Ajansa nûçeyan a dewleta Erebistana Siûdî SPA roja Pêncşemê dîmenên rêberê Tirkiyê ku Prensê Cîgir Mihemed Bin Selman hembêz dike nîşan da.


Karbidestên îstîxbarata Amerîkî diyar kiribûn ku plana li dijî Xaşiqcî Prensê Cîgir Mihemed Bin Selman pejirandibû - lê Riyad wê yekê red dike.
SPAyê ragihand ku herdu aliyan "têkiliyên Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê û rêyên pêşxistina wan di hemû waran da nirxandin."


Erdogan paşî bo heca umreye çû bajarê pîroz yê Mislimanan Mekkê.
Serdana Erdoganî di demekê de çêdibe ku Tirkiye, rûbirûyê krîza aborî ye ji ber hilweşîna diravê wê û bilindbûna enflasyonê, û Erdogan hewl dide ku piştgiriya darayî werbigire ji welatên Kendavê yên zengînê enerjiyê.

XS
SM
MD
LG