Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehranê Biryara Berlînê ya Qedexekirina Hîzbullahê Şermezar Kir


Îranê qedexekirina Berlînê ya Hîzbullahê li Almanyayê û destnîşankirina wê ya wek rêxistineke terorîst şermezar kir.

Berdevkê Wezerata Derve yê Îranê Abbas Musevî, ew û biryar wek bizaveke di berjewendîyên Amerîka û Îsraîlê nirxand.

"Dîyar e ku hinek welatên Ewrupî helwestên xwe bêyî ku rastîyên li herêma Rojavayê Asyayê bidin ber çawan digirin û ew tenê berê xwe didin armancên makîneya propagandayê ya rejîma Sîyonîst û rejîma Amerîkaya tevlihev," Musevî êvara Pêncşemê got.

Musevî hikûmeta Alman rexne kir ku ew Hîzbullahê bi "destekdayîna tekoşîna çekdarî bi rêyên terorîstî" tawanbar dike.

“Hîzbullah endamekî fermi û qanûnî yê hikûmet û parlemana Lubnanê ye û hêzeke aramîya sîyasî ye,” Musevî got.

Li gor Wezareta Navxweyî ya Almanya bi vê biryarê sembolên Hîzbullahê dê di kombûn, çapamenî û medyayê da werin qedexe kirin û hikûmet dikar edest deyne ser mal û milkên wê rêxistinê.

Wezaretê di daxuyanîyê de gotibû jiber ku Hîzbullah rêxistinek bîyanî ye, qedexekirin û hilweşandina wê ne pêkan e.

Yekîtîya Ewrupa (YE) baskê leşkerî yê Hezbullahê wek grubeke terorîst b inav dike, lê baskê sîyasî bi heman rengî nabîne.

Brîtanyayê, berî ku ji ew ji YE derkeve, di Şubata sala borî de qanûnek derxistibû û Hîzbullah wek rêxistinek terorîst bi nav kiribû.

Polîsên Alman roja Pêncşemê piştî ku Hîzbullah wek rêxistineke terorîst hatibû ragihandin, bi îdiaya ku ew bi Hîzbullahê ve girêdayî ne, avêtibûn ser jimareke mizgeftan.

Îsraîl, ku digel Amerîkayê ji Almanyayê dixwest wê grubê qedexe bike, pesna biryarê dabû û ji welatên din yên YE xwestibû ku heman helwestê nîşan bidin.

XS
SM
MD
LG