Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hemî Kiryarên Hîzbullahê Qedexe Dike


Almanya îro Pêncşemê hemî çalakîyên Hîzbullahê yên li ser axa xwe qedexe kirin û wê gruba bi Îranê ve girêdayî, wekî rêxistineke terorê destnîşan kir.

Amerîka û Îsraîlê ji mêjve dixwest ku Almanya pêngaveke wiha bavêje û Hîzbullahê qedexe bike.

Polîsan di heman demê de serê sibehê avêtin ser komeke mizgeftan yên seranserê bajarên Almanyayê ku karbidest bawer dikin ku ew nêzî komên Şîa û çekdar in.

“Kiryarên Hîzbullahê qanûna tawanê ye Almanya binpê dikin û ew rêxistin dijî ramana têgiheştina navnetewî ye,” Wezareta navxweyî di daxuyanîyekê de got.

Çavdêrên sîyasî pêşbînî dikin ku bi vê biryarê sembolên Hîzbullahê dê di kombûn, çapamenî û medyayê da werin qedexe kirin û hikûmet dikar edest deyne ser milkên wê rêxistinê.

Wezaretê bi berdevamî got ku Hîzbullah rêxistinek bîyanî ye û qedexekirin û hilweşandina wê ne pêkan e.

Karbidestên ewlehîyê bawer dikin ku li Almanya heta 1,050 kes girêdayî baskê tundrê yê Hîzbullahê ne.

Îsraîl, ku digel Amerîkayê ji Almanyayê dixwest wê grubê qedexe bike, pesna biryarê da.

"Ew biryareke pir girîng e û di şerê cîhanî yê dijî terorê de gaveke hêja ye,"

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz got.

Berlînê, berê milê sîyasî yê Hizbullahê û yekîneyên wê yên leşkerî, ku li Sûrîyê, li kêleka artêşa Serokê Sûrî Beşar Esad şer dike, wek du rêxistinên ji hev cûda didît.

XS
SM
MD
LG