Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Qedexeya Rêwîtîyê ji YE û Çend Welatan re Radike


Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas îro Çarşemê got ku ew dê qedexeya rêwîtiyê jibo endamên Yekîtîya Ewrupî û Brîtanyayê, Îzlanda, Norwêc, Lichtenstein û Swîsre di 15 Hezîranê da rakin heke di wan welatan da qedexeya têketinê û ya derketina kolanan nebe.

Maas, piştî civîna kabîneyê ji rojnamevanan re got ku ji bilî Norwêcê ku qedexeya têketinê heye û Îspanya ku parlamana wê hîn biryar bide ku qedexeya têketinê dirêj bike yan ne.

“Hişyarîya rêwîtîyê dê bi rênmayan were guhertin û emê ji hemwelatêyan bixwazin ku ger ne pêdivî be, neçin Brîtanyayê jiber hêşta li wê derê ku karantînaya 14 rojan heye.

Maas dîyar kir ku şîretên rêwîtîyê jibo rêwingan ne vexwendin e. “Em dixwazin eşkere bikin ku rênmayên rêwîtîyê jî dibe ku rêwingan xemsar bike. Wek mînak li Brîtanya karantînaya mecbûrî ya 14 rojan heye.“

Wî da zanîn ku hikûmet dê li gor pêşveçûnan rakirina hişyarîya rêwîtîyê bidomîne. “Dibe ku em hişyarîyên nû jî bidîn, heke welatek di heft rojan da serê 100,000 kesan zêdetirî 50 tûşbûnên nû tomar bike."

Matthias von Randow, rêveberê giştî yê Komela Veguhestina Esmanî ya Almanyayê (BDL), bi germî pêşwazîya biryara hikûmetê kir û ew wek gaveke maqûl û balankirî bi nav kir

XS
SM
MD
LG