Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li Amerîka 3 Mîlyonan Derbaz Kir


Hejmara piştrastkirî ya pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê roja Sêşemê 3 mîlyonan derbaz kir.

Gelek eyalet hejmarên pir bilind yên pêketinên nû radigihînin û Florida di beşa nexweşên giran da rûbirûyê tengahîya nivînên nexweşxaneyê bûye.

Li gor analîza Reuters ya du hefteyên borî, tûşbûyên COVID-19 li 42 eyaletan bilind dibin.

Roja Sêşemê piştî nîvro hejmara piştrastkirî ya tûşbûyan li Amerîka 3 mîlyonan derbaz kir ku karîgerîyê li yek ji her 100’an Amerîkîyan dike û kêm û zêde hejmara tûşbûyan nêzîkî rûniştvanên istana Nevada ye.

Karbidestan li nêzîkî pirtir ji dehan eyaletan di du hetfteyên borî da bilindbûnên dijwar yên pêketinên rojane ragihandin û ew jî nîşan dide ku hewildanên kontrolkirina belavbûna koronayê li gelek cîhan serketî nebûye.

Li California, Hawaii, Idaho, Missouri, Missouri, Montana, Oklahoma û Teksas roja Sêşemê rekora bilindbûna tûşbûyên rojane ya berê şikand.

Bilindbûnên herî zêde li du eyaletên herî mezin yên Amerîka li Teksas û Califronia her yek bi 10,000’an çêbûn.

Nêzî 24 eyaletan, piştî hefteya borî pişkînî hatin kirin, rêjeyên pêketinên metirsîdar ragihandin.

Tenê li Teksasê, di nav du hefteyan da hejmara nexweşên li nexweşxanê du qat pirtir bilind bûye.

Li gor Ajansa Rêvebirîya Tendirustî ya eyaletê, li Florida 25 ji 67 deveran ragihandiye ku beşên nexweşîyên giran li nexweşxanan tiji bûne.

Heta roja Sêşemê tenê %17 ji 6,010 nivînên beşa nexweşên giran berdest mabûn ku sê roj berê ew rêje %20 bû.

Serok Donald Trump, ku bo jinûve destpêkirina aborîya Amerîka hewil dida, ji Amerîkîyan xwestibû ku vegerin jîyana normal.

Wî roja Sêşemê got ku ewê biryara vekirina dibistanan di payîzê de ji walîyên eyaletan re bihêle.

XS
SM
MD
LG