Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Australya Belavbûna Korona Didome


Eyaleta Victoria ya Australya îro Sêşemê 374 pêketîyên nû yên COVID-19ê ragihandin ku ew jî duyem hejmara herî bilind ya rojane bû.

Walîyê eyaleta Victorya Victoria Daniel Andrews ragihand ku 3 kesên din bi korona mirine û hejmara giştî ya mirîyan jî bû 126.

“Daxistina li Melbourne, ku Australya bajarê duyê yê herî mezin e, ku du hefte berê destpê kiribû bandora xwe ya erênî nîşan dide,” Andrews got.

Serokwezîrê Australya Scott Morrison jî got ku personelên leşkerî alîkarîyê didin karbidestên tendirustîyê yên Victoria da ku serederîya hejmara zêde ya pêketîyan bikin.

“Hun hejmara pêketîyên rojane dibînin. Em di vî şerî de hêşta di asta dijwar de ne û ez ne çaverê me ku ew kêşe di demeke kurt de bigihure. Divê em bi berdevamî li ser wê kêşeyê bixebitin,” Morrison got.

Wî got ku roja Çarşemê li ser sînorê Victoria -New South Wales rênmayên dijwartir dê werin cîh kirin û tenê civakên ser sînor bo karên bingehîn, tendirustî û perwerdê bikaribin derbaz bibin.

Roja Pêncşemê jî jibo rûniştvanên herêmên bin fermana daxistinê, karanîna mask û alavên parastinê di dema derketina ji malê wê bibe mecbûrî.

XS
SM
MD
LG