Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Qencbûna ji Korona Sibêroja Boris Johnson Dê Çawa Be?


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson rûbirûyê pirsgrêkeka herî mezin ya serokwezîrîya xwe dibe, dema ku ew ji nexweşîya COVID-19 tê ser xwe: dê çawa qedexeya derketina kolanan ku aborîya Brîtanyayê terabera dike rake, bêyî ku ew bibe sedema zivirîna pêleke nû û kujer ya nexweşîyê.

Johnsonê 55 salî piştî ku jiber nexweşîya COVID-19 serê wê mehê sê şew li nexweşxaneyeke Londonê di beşa nexweşên giran de derbaz kir, nûke li mala xwe ya derveyê bajêr bêhna xwe dide. Wî paşî got ku jibo jîyana xwe ew deyndarê karmendên nexweşxaneyê ye.

Lê, tê gotin ku serokwezîr xwe amade dike daku bizivire ser kar. Johnson di bin cencerê da ye ku şîrove bike ka çawa û kengî aborîya pêncan ya herî mezin ya cîhanê dê ji belaya qedexeya derketina kolanan rizgar bibe.

Hikûmeta Johnson, ku ji welatên din yên Ewropa direngtir qedexe dana ser derketinan kolanan, di bin êrêşan da ye ku şîyanên wê yên test kirinê sînordar in û nekarîye cilûbergên xwe parastinê jibo kedkarên tendirustîyê dabîn bike.

Rojnameya Daily Telegraph ragihand ku Johnson plan dike ku roja Duşemê (27ê Avrêlê), vegere ser karê xwe, û wezîrê wî yê saxlemîyê Matt Hancock got ku serokwezîr dilşad û kêfxweş e û roj bi rojê baştir dibe.

Stratejîya hikûmetê ya hêşta nehatîye çap kirin jibo sistkirina qedexeya derketina kolanan, dê di bin çavdêrîyê da be jiber ku bazirgan hewil didin bizanin kîjan aborîya bingehîn dê zirara herî mezin bibîne di encama krîza tendirustîya giştî ya herî dijwar piştî nexweşîya persîya 1918ê.

Qiralîyeta Yekbûyî, di hejmara mirinên fermî de li cîhanê piştî Amerîka, Îtalya, Îspanya û Fransayê di rêza pêncan de ye û zanistên hikûmetê dibêjin ku çend hefteyên din dê rêjeya mirinê zû dest bi daketinê bike.

Herçend daneyên aborîyê nîşan didin ku aborîya Brîtanyayê di bin qedexeya derketina kolanan da zarerê dibîne jî, Hancock îro got ku jibo rakirina qedexeyê hêşta gelek zû ye.

Li gor pêşbînerên budçeya welat herçend wezareta darayî û Bankaya Îngîlterê hinek bergirtinên acîl yên piştgirîyê derxistibin jî, dibe ku aborî ber bi sistbûnekê ve biçe.

Daneyên fermî yên îro nîşan didin ku firotinên firoşgehan herî zêde di meha Adarê da ket, jiber qedexeya derketina kolanan zêdekirîna tiştên xwarinê ser ji kirîna tiştên wekî cilik û piranîya kelûpelên din stand û ew bi awayek rijd daêxist.

Hejmara firotinan di meha Adarê da bi 5.1% ji meha Şubatê ket û ew jî ketina herî rijd bû piştî Ofîsa Statîstîka Netewî tomarkirin di sala 1996’an da destpê kir.

Dîsa ew ketin ji pêşbînîya aborîzanên di lêpirsîna Reutersê da ya navendî 4.0% jî mezintir e.

XS
SM
MD
LG