Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Krîza Berdewam de Walîyê Georgia Daxwaza Karanîna Maskan Dike


Walîyê istana Georgia ya Amerêka Brian Kemp îro Înê ji niştecîyên li eyaleta xwe xwest ku heta çar hefteyan maskan bi kar bînin ku belavbûna vîrusa koronayê rawestînin.

Lê, wî ser gotina xwe nehate xwar ku divê karbidestên eyaletê û yên xwecîhî karanîna rûberkan nekin mecbûrî.

Her çend di eyaletê da pêketîyên COVID-19 zêde dibin jî, Kemp roja Çarşemê bi fermaneke biryarên xwecîhî ku karanîna maskan mecbûr dike, rawestandibû.

Wî roja Pênşemê jî dijî rêvebirîya bajarê Atlanta serî li dadgehê dabû ku fermana wê ya ku girêdana maskan mecbûrî dike, rawestîne.

"Em hemû dizanin ku girêdana maskan baş e, lê ez baver dikim ku jibo kirina tiştekî rast pêwîstî bi fermanekê nîne. Ez dizanim ku gelê Georgia dê ji wê belayê rizgar bibe," Kemp di preskonferansekê de got.

Doza ku rêvebirîya Kemp vekir, îdîa dike ku desthilata şaredara Atlanta Keisha Lance Bottoms tuneye ku karanîna maskan bixwaze û divê ew fermana Kemp bi cîh bîne.

"Fermana bajarvan Bottoms ya maskan nikare were cîhanîn û biryara wê ya girtina karsazîyan û lawazkirina aborîyê pir xirab e. Karsazîyên Atlanta zarar kirine, tawanên tûndûtûjîyê zêde bûne û malbat jî xembar in,” Kemp bi berdewamî got.

Pirsgirêka ku li Georgia çêdibe, di vê demê de tê ku cûdabîrîyên sîyasî û çandî di şerê dijî belavbûna vêrusa korona de astengî derdixin.

Serokê Amerîka Donald Trump û alîgirên wî daxwaza vegera ser jîyana normal dikin û mecbûrîkirina karanîna maskên parastinê pêdivî nabînin.

XS
SM
MD
LG