Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Baranên Giran û Lehîyan de Heta Niha 55 Kes li Japonya Hatine Kuştin


Japonya ragihand ku jiber barana giran û lehîyan bi kêmî ve 55 kes mirine û bi dehan kes jî hinda bûne.

Dema ku lehî li kolanên bajarên başûrê Japonyayê diherikî, leşkeran bot bi kar anîn ku niştecîyan rizgar bikin. Baranên giran li herêmê îro Sêşemê berfirehtir dibûn.

Baranên boş piştî nîvroya Înê li herêma başûrê Kyushu bûbûn sedema gelek lehî û avrabûnan.

Jiber ku baran ber bi rojhilatê ve diçe çavlirê ye ku zêdetir baran li Kyushu û nîvê rojavayê girava bingehîn ya Japonyayê Honshu bibare.

Li Fukuoka, li bakurê Kyushu, leşker heta çokan ketin nav ava bilind û belemekê ku dayîkek, bebeka wê ya du salî û hinek nîştecîyên din tê de derxistin.

Ajansa Rêvebirîya Agir û Felaketan ragihand ku 49 qurbanî ji herêma bajarokên dev çemî Kumamato bûn. Qurbanîyeke din jî jineke 80 salî bû li herêmeke din û li mala wê ya bin lehîyê hat dîtin.

Nêzîkî 3 mîlyon niştecîyên seranserê Kyushu, ku girava sêyem ya herî mezin e li Japonyayê, hatin şîyar kirin ku cîhên xwe berdin.

Bi deh hezaran leşker, polîs û xebatkarên din yên rizgarkirinê li seranserê welat seferber bûn û li bajarên dev Rûbarê Kuma di nav av û kirşûkalan da meşîyan. Operasyonên rizgarkirinê jiber lêser û lêmiştan û berdewamîya hewayê xirab hat asteng kirin.

Japonya di destpêka havînê de dema ku bayê germ û ter ji Deryayê Rojhilata Çînê li ser welat diherike di bin metirsîya baranên giran de ye.

Di Tîrmeha 2018’an de pirtir ji 200 kes, ku nîvek ji wan ji Hiroşîmayê bûn, jiber baranên giran û lêseran li başûrê rojawayê Japonyayê miribûn.

XS
SM
MD
LG