Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Naxwaze Tedbîrên Dijî Korona bi Lezgînî Werin Sist Kirin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Duşemê, piştî ku ji nexweşîya COVID-19 rizgar bû, vegerîya ser karê xwe.

Johnson hişyarî da ku hêşta gelek xeter e ku bergirîyên xedexeya ser derketina kolanan jiber tirsa pêleke nû ya belavbûna vîrusê werin sist kirin.

Piştî metirsîya ser jîyana wî, tendirustîya Johnson baş dîyar bû. Wî nexweşîya korona şibande tawanbarekî nedîyar yê kolanan ku gelê Brîtanî dixwaze biêxe xarê.

"Heke em bikarin heman ruhê yekîtî û biryardariyê, wekî ku me di şeş hefteyên borî da nîşan daye, dîsa nîşan bidin hîngî ti gumana mîn tune ku em dê wê têk bibin," Johnsonê 55 salî got.

Tevî bilindbûna rêjeya bêkarîyê, zerara karsazîyan û sistbûna resesyona ber derî, Johnson got ku ew xemên karsazîyan têdigehe û ewê ligel partîyên opozîsyonê bişewire, ku jibo rêya rakirina qedexeyan zelalîyê dixwazin.

Lê, digel yek ji hejmarên mirinên nexweşxaneyê yên herî bilind yên cîhanê, 20,732 ku roja Şemîyê hatibû ragihandin, Johnson da zanîn ku hêşta metirsîyek mezin heye û ew bi lezginî tedbîrên bergir ranekin.

"Divê em metirsîyeke duyê ya bilindbûna nexweşîyê û xeterîya hindakirina kontrolê û jinûve zêdebuna vîrusê bizanîn jiber ku ew ne tenê dê bibe pêleke nû ya mirinan û ya nexweşîyê, lê ewê aborîyê jî hilwişîne.

Bi qedexeya derketina kolanan Brîtanya rûbirûyê resesyona herî kûr ya sê sedsalên dawî û deynê diravî ya herî mezin yê piştî Şerê Cîhanê yê Duyê bûye.

Hikûmeta Johnson, partî û şewirmendên zanistî cudabîr in ku çawa û kengî aborîya pêncan ya cîhanê, bi awayekî sînordar be jî, bizivire ser kar.

XS
SM
MD
LG