Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîye Plana NATO ya Parastinê Polonya û Baltîkan Hîn Asteng Dike


Reutersê îro Çarşemê bi zarê sê dîplomatên Rojavayî û karbidestekî berevanî yê Fransî ragihand ku Tirkîye, tevî pêkhatina sala borî ya di navbera serokê Tirkîyê û serokên hevalbendan, astengkirina plana NATO’yê ya jibo parastina Polonya û welatên Baltik didomîne.

Dîplomatan got ku her çend Tirkîyê plana bi navê Parêzerê Qertel erê kiribe jî, wê destûr nedaye serokên leşkerî yên NATO’yê da ku planê bi cîh bînin.

Pevçûn, ku cara yekê Reutersê di meha Mijdarê de ragihandibû, nîşan dide ku dubendîya di navbera Enqere, Parîs û Washingtonê derbarê êrîşa Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê didome û nakokîyên ser stratejîya berfirehtir ya NATO’yê hêşta nehatine çareser kirin.

Hikûmeta Tirkîyê jibo daxwazeka şiroveyan yekser bersiv neda. Wezîrên berevanîyê yên NATO’yê dê roja Çarşemê piştî nîvro û Pêncşemê bi rêya vîdyoyek ewle bicivin.

"Tirkîye qebûlkirina wan planan red dike, heke em PYD’ê wek rêxistinên terrorist nenasîn. Em dibêjin ne. Pêwîst e ku em jibo hevalbendên rojhilatî piştgiriyê nîşan bidin û astengkirina wan planan nayê qebûl kirin," " karbidestekî berevanî ya Fransî ji ajansê re got.

Di civîneke NATO ya da, ya meha Berfanbarê de, Serokomarê Tirkîyê Tayip Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg û serokên din yên hevalbendîyê re hevbîr bû ku wazê wan daxwazên xwe binîe

Piştî ku Amerîkayê di meha Cotmehê de 1,000 leşker ji Sûrîyê derxistin, Tirkîyê dest bi êrîşê kir. Hevalbendên NATO’yê yên Enqereyê gotibûn ku ketina Tirkîyê bo herêmê şerê dijî milîtanên DAIŞê lawaz dike

Hêjayî balkêşandinê ye ku plana bo welatên Baltikî û Polonyayê ser daxwaza wan, piştî ku Rûsyayê Qirim di sala 2014an de ji Ukranyayê standibû hatibû, danîn û ti têkilî bi stratejîya Tirkîyê ya Sûrîyê ve tuneye.

Li gor peymana bingehîn ya NATO’yê, êrêşeka li ser hevalbendeke wê, her wek êrîşa ser hemû hevalbendan e û hevalbendîyê jibo parastina kolektîf li seranserê welatên NATO’yê stratejîyên leşkerî hene.

XS
SM
MD
LG