Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Amadekarîya Rakirina Hîn Tedbîrên Dijî Koronayê Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku qedexeya rêwîtî ya navbera bajarên mezin tê rakirin û xwaringeh, kafe û navendên sporê wê di 1’ê Hezîranê de jinûve werin vekirin.

Erdogan di axaftina televîzyonî de got ku xecî yên bi nexweşîyên kronîk, hemî karmendên dewletê wê di 1’ê Hezîranê de vegerin ser karên xwe û navendên lênêrîna zarokan jî dê karên xwe bidomînin.

“Park, plaj û muzexane dê vekirin û destûr dê ji gel re were dayîn ku beşdarî konsertên vekirî bin, lê meyxane û cîhên kişandina nargîleyan wê girtî bimînin. Qedexeya derketinê ya jibo kesên ji 65 salî mezintir û jibo kesên temenbiçûk wê demeke dirêjtir berdewam bike, lê gencên 19 û 20 salî êdî bikaribin derkebin kolanan,”

Erdogan bang li hemwelatîyan kir ku bi hişyarî jîyana xwe bidomînin, maskan bi kar bînin û bi rêbazên parastina mesafeya civakî pêbend bin.

Daxuyanîya Erdogan di vê demê de tê ku hejmara mirin û pêketinên vîrusa koronayê roj bi roj kêmtir dibin, lê hin pisporên saxlamîyê hişyarî didin ku rakirina tedbîrên pêşîgir pir gelek zû ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkins ya derheqa rewşa belavbpna koronayê de, li seranser cîhanê di rêza 10’an de ye.

XS
SM
MD
LG