Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Piştî Bertekan ji Biryara Dirêjkirina Qedexeya Dawîya Hefteyê Zivirî


Serokê Tirkîyê Tayîp Erdogan îro Înê piştî bertekên giştî ji biryara dirêjkirina qedexeya dawîya hefteyê zivirî, lê derbarê bilindbûna rojane ya tûşbûyên vîrusa koronayê hişyarî da.

Erdogan di jimareke twîtan de got ku hikûmet neçar ma ku qedexeyan berdevem bike piştî ku hejmara tûşbûyên rojane yên koronayê ji 700’an giheştibû nêzîkî 1,000’an.

Paşê, Erdogan jiber reaksîyonên civakî nêrîna xwe guhert û biryara qedexeyê pûç kir.

"Jiber vê pêşketina neyênî, em neçar bûn ku careke din fermana li malêmayînê bînin rojevê, lê, jiber bertekên gel, me jinûve nirxandina vê biryarê da. Piştî du meh û nîvan, hemwelatîyê me careke din dest bi jîyana normal kiribûn, dilê me negirt ku ew tengahîyan bikşînin."

Erdogan ji hemwlatîyan xwest ku bi baldarî pêbendî bi bergirîyên dûrketina civakî û yên paqijîyê bikin.

Wezareta navxweyî qedexeya dawîya hefteyê di şevekê da dirêj kir û roja paştir Wezîrê Saxlemîyê Fahrettin Koca gotibû ku tîma wî bizaveke wisa pêşnîyar nake.

Tirkîyê roja Duşemê jinûve kafe, xwaringeh û kargehên din vekiribûn, qedexeyên ser rêwîngîya navbera bajaran jî rakiribûn û bi kêmbûna hejmara mirin û tûşbûnan firînên navxweyî jî destpê kiribûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê di 11’ê Nîsanê de li seranserê bajarên mezin qedexeya derketinê jî danabû û heta niha 4,630 kes ji korona hatibûn kuştin û 167,410 bûyerên pêketinê hatibûn ragihandin.

XS
SM
MD
LG