Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongres Dixwaze Karanîna TikTok ji Karmendên Federalê re Qedexe Bike


Komîteya Ewlehîya Navxweyî û Karûbarên Hikûmeta ya Civata Senatoran îro Çarşemê bi yekdengî biryar da ku pêşnîyareke qanûnê bipejirîne ku ji alîyê senatorê Komarî Josh Hawley ve hatibû pêşnîyar kirin.

Ew pêşnîyar ji karmendên hikûmeta federal re qedexe dike ku li ser kompîter û amûrên din yên hikûmetê appa medyaya civakî ya bi navê TikTok bikar bînin

Pirsgirêkên ewlehîya neteweyî yên di derbarê TikTokê de, ku xwedîyê wê ByteDanca ya Çînî ye, bûye sedema tirsê ku agahdarîyên Amerîkîyan bikeve destê karbidestên hikûmeta Pekînê.

Di destpêka vê hefteyê de, Civata Nûneran deng dabû ku barkirina vê appê li ser amûrên hikûmetê ji karmendên hikûmetê re qedexe bike.

Qanûndaneran bi 336 beramber 71 dengan biryar dabû ku qanûna ji alîyê qanûndaner Ken Buck ve hatiye pêşnîyar kirin, derbaz bikin.

Bi derbazkirina wê pêşnîyara di nav Civata Nûneran de û erêkirina wê di Civata Senatoran de, ew qedexe di demeke nêzîk de dikare bibe qanûneneke nû li Amerîka.

XS
SM
MD
LG