Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Pêşnîyara Misirê ya Ser Agirbesta Lîbya Red Dike


Tirkiyê roja Çarşemê pêşniyara Misrê jibo agirbestekê li Lîbyayê red kir û got ku mebesta vê plane ew e ku Xelîfe Haftar rizgar bike, piştî qilipîna êrîşa jibo kontrolkirina paytext Trablusê.

Misrê banga agirbestekî kir ku roja Duşemê destpê bike di çarçûva însîyatîfa ku jibo serokatîya Libyayê encûmenek hilbijartî hatibû pêşnîyar kirin. Rusya û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb destek da vê planê belê Almanya dibêje jibo pêvajoya aştîyê danûstandinên bi desteka Neteweyên Yekbûyî (NY) girîng e.

Belê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu ev pêşniyar red kir û her wekî hewildanek ji bo rizgarkirina Haftarî ku di şerî da bezir kirîye nirxand.

"Hewildana agirbestê li Qahîreyê mirî ji dayik bû. Heke agirbestek bihê îmzekirin, divêt ew li cihekê wisa çêbe ku her kesekî bide nav xwe. Me baverî bi agirbesta jibo rizgarkirina Haftarî nîn e û em vê ji dil jî nabînîn," Çavuşoglu gote Hurriyetê.

Her wiha Cavusoglû got ku Tirkiye dê digel hemû alîyan danûstandinan bidomîne jibo çareseriyekê li Lîbyayê, belê jibo çareserîyeka wisa pêkhatina her du alîyan pêwîst e.

XS
SM
MD
LG