Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Hêza Xebatê ya Korona Karekî Baş Kir


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku hêza kar ya vîrusa koronayê ya Qesra Spî dê li cîhê xwe bimîne, lê belku bi şewirmendên cuda ra bidome.

Trump got ku erka wê hêzê dê li ser dermankirinên bizîşkî û sistkirina bergirîyên li ser karsazî û jîyana civakî be.

Trump, di rêze twîtan de got ku jiber serfirazîya wê, Hêza Kar dê jibo demeke nedîyar bidome û girîngîya wê li ser EWLEHÎ Û DÎSA VEKIRINA WELATÊ ME be.

“Dibe ku heke pêwîst be, em hinek mirovan lê zêde bikin an jî hineken jê derbxînîn. Berê Hêza Kar dê li ser Derzî û Terapîye be.”

Hêza kar heta niha digel pisporên bizişkî li dijî pandemîyê xebitîn û hinek ji wan carcaran rênmayên cihê ji yên Trumpî pêşnîyar kiribûn.

Trump roja Sêşemê ji nûçegihanan re gotibû ku ewê niha li awayekî cihêtir digerin ku ew jî ewlehî û jinûve vekirina welat e.

Serok Trump dîyar kir ku pêkan e ew komeke cuda jibo wê armanca xwe ava bikin.

Wî, jibo dabînkirina çavkanî û amûrên wek vantîlatoran pesnê hêza kar ya di bin rêberîya Cîgirê Serok Mike Pence da.

XS
SM
MD
LG