Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TSA li Firîngehên Amerîkî Hizra Xurtkirina Tedbîran Dike


Rêvebirîya Ewlehîya Veguhastinê ya Amerîkî (TSA) pêkanîya girêdana maskan anjî girtina serûçavan jibo rêwîngên li balafirgehan derbaz dibin dinirxîne, li gor karbidestekî Amerîkî û du kesên aşînayê nîqaşan.

Ew bizav parçekî ramanek berfireh e ka çawa dê berê belavbûna vîrusa koronayê were girtin di hatûçûna esmanî da û hewildaneke ku dikare guhertinên bingehîn jibo wê sektorê bîne piştî êrîşa 11’ê Îlona 2001’an da.

Rêwîngên ji xalên lêpirsînê yên TSA derbaz dibin dê guhertinên din jî bibînin, wekî barîyerên parastina karmendên ewlehîyê, rêyên berfireh yên paqijkirinê, û amûrên lêgerînê yên nûjenkirî da ku rêwîngan zûtir derbaz bikin, li gor karbidestên Amerîka yên niha û yên berê û pisporên sektorê yên aşînayê planan.

Karmendên TSA dikarin li xalên lêpirsînê maskan girêdin, lê ji wan nayê xwestin ku bikin. Çavkanîyan ji Reutersê re got ku TSA pêwîstîya wê yekê ji ber çavan derbaz dike.

Hejmara geştîyarên Amerîkî di meha Adarê de % 95 ket, dema ku li seranserê welêt da qedexe hat danan jiber bergirtinên belavbûna COVID -19 ya ku vîrusa koronayê nexweşîya bêhntengîyê çêdike.

Lê, jiber dawîbûna bergirtinan li hinek eyaletan, karbidestên Amerîkî, balafirgeh û hêlên esmanî dixebitin daku rêyan peyda bikin ka çawan hatûçûya esmanî were guhertin daku ewletir bixebite

XS
SM
MD
LG