Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hejmara Mirinên ji Korona de Brîtanya Seranser Ewrupa Welatê Yekê Ye


Daneyên ku îro Sêşemê hatin ragihandin nîşan didin ku bi 32,000 mirîyan, Brîtanyayê digel zêdetirî bû hejmara herî bilind li Ewrupayê û ji ya Îtalyayê derbaz bûye.

Hejmara bilind ya mirîyan dibe ku givaşa sîyasî li ser Serokwezîr Boris Johnson zêde bike.

Johnson, jibo kontrolkirina belavbûna vîrusê, ji rêberên din yên Ewrupî derengtir fermana qedexeya derketina kolanan derxistibû.

Hejmarên hefteyane yên ji Ofîsa Îstatîstîka Netewî ya Brîtanyayê zêdetirî 7,000 mirî li Îngîltere û Wales (Galler) nîşan dan û hejmara giştî ya jibo Qiralîyeta Yekbûyî rabû 32,313 kesan.

Ew hejmar yek ji çend rêkên hesabkirina mirîyan e û zehmet e ku digel welatên din were berhev kirin. Lê, ew bi zelalî nîşan dide ku Brîtanya dibe ku li Ewrupa herî zêde zararê bibîne, tevî ku vîrus derengtir giheştibû wê derê.

Partîyên rikeber biryara Johnson ya paşxistina qedexeya derketina kolanan di dema ku nexweşxaneyên Îtalyayê ji nexweşan tijî bibûn, rexne dikin.

Ew dibêjin ku hikûmeta Johnson jibo testkirina giştî û dabînkirina amûrên têrbar yên xwe parastinê bo nexweşxaneyan gelek dereng ma.

Hejmara rastîn ya mirîyên ji vîrusa korona dibe ku zêdetir bin jî. Ofîsa Îstatîstîka Netewî got heta 24’ê Avrêlê bi giştî zêdetirî 33,593 kes li Îngîltere û Wales mirine, lê bi fermî 27,365 mirin bi sedema vîrusa korona hatibûn nivîsîn.

XS
SM
MD
LG