Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington û Bexda Daxuyanîya Hevbeş ya Dîyaloga Stretejîk Îmza Kir


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku di navbera Amerîka û Îraqê de peymaneke nû hate îmza kirin.

“Di bin seroktîya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îraqê Abdul-Karim Hashim Mostafa, û şanda Amerîkayê, di bin serokatîya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka David Hale, bi rêya vîdyo konferansekê, li gorî Peymana Çarçoveya Stratejîk ya 2008an ji bo Pêwendîya Dost û Hevkarîyê di navbera Amerîkayê û Komara Îraqê da, Danûstandinên Stratejîk pêk hatin.

Wan her du welatan prensîbên pêkhatina di navbera her du alîyan da, li gor Peymana Çarçoveya Stratejîk (SFA), û herwiha prensîbên di danûstandinên dîplomatîk û nameyên Komara Îraqê bo Encumena Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî, di 25 Hezîrana 2014an (S / 2014/440) û 20 Îlona 2014an [S / 2014/691] jinûve piştrast kirin.

Amerîkayê careke din rêza xwe jibo serwerîya Îraqê, yekrêzîya axê û biryarên karbidestên qanûnî û rêvebirîya Îraqê tekez kir.

Danûstandin di çarçoveya ewlehî û dijberîya terorîzmê, aborî û enerjî, pirsgirêkên sîyasî û têkilîyên kulturî da bûn.

Li ser pirsgirêkên aborî û enerjîyê, pirsgirêkên mezin yên aborî yên Îraqê hem jiber krîza COVID-19 û hem jî jiber daketina bihayê petrolê, û li ser pêwîstîya Îraqê jibo pêkînana reformên bingehîn yên aborî her du welat hevbîr bûn.

Amerîkayê dabînkirina şêwirmendên aborî gotûbêj kirin da ku rasterast bi Hikûmeta Îraqê ra bixebitin, harikarîyê bidin pêşxistina desteka navnetewî jibo hewildanên reforma Îraqê, û herwiha sazîyên darayî yên navnetewî yên xwedî planên qahîm da ku reformên bingehîn ên aborî li Îraqê pêkbiînin.

Her du hikûmetan li ser potansîyela projeyên aborî beşdarbûna fîrmayên herî baş yên Amerîkî jî di nav da jibo enerjîyê û sektorên din gotûbêj kirin, heke ku mercên karsazîyê li Îraqê baş bin.

Li ser pirsgirêkên sîyasî, Amerîkayê piştgirîya xwe bo Komara Îraqê dîyar kir, ne tenê bi rêya hevkarîyên nêzîk yên dualî li ser astê ewlehî û sîyasî, belê di heman demê da jî bo desteka Îraqê û hikûmeta Îraqê ya nû jî.

Her du welatan giringîya harîkarîya Îraqê jibo pêkînana bernameya hikûmetê û reformên daxwazên gelê Îraqê, bicîhînana hewildanên mirovahî, sererastkirina aramîyê, jinûve avakirina welatî û rêxistina hilbijartinên azad, dadperwer û bi bawerî dubare kirin.

Amerîka, digel hevkarên xwe yên navnetewî, piştevanîya xwe ya berdewam dubare kir jibo amadekarîyên hilbijartina Îraqê, hewlên xurtkirina serwerîya yasayî, mafên mirovan, û veger û jinûve bicîhkirina kesên koçber, nemaze pêkhateyên piçûk yên civaka Îraqî ku DAIŞê jibo komkûjîyê kiribûn armanc.

Di derbarê hevkarîya ewlehîyê da, her du welat hevbîr bûn ku di encama pêşkeftina berbiçav ya berbi rakirina metirsîya DAIŞê da, di mehên dahatu da Amerîka dê kêmkirina hêzên li Îraqê berdewam bike û digel Hikûmeta Îraqê dê statûya hêzên mayî gotûbêj bike jiber ku her du welat berê xwe didin pêşxistina têkiliyek ewlehîya dualî ku li ser bingehên berjewendîyên hevbeş yên bihêz in.

Amerîka careke din dubare kir ku ew bargehên mayînde anjî hebûna leşkerî ya mayînde li Îraqê naxwazin û daxwaz jî nakin, her wekî pêkhatina berê ya Peymana Çarçoveya Stratejîk (SFA) ya 2008an jibo dabînkirina hevkarîya ewlehîyê ya ku li ser bingehê peymana hevbeş pêk hatî.

Hikûmeta Îraqê jî dîyar kir ku ew li ser parastina personelên leşkerî yên Hevpeymana Navnetewî rijd e û her wiha jibo dezgehên Îraqî jî yên ku wan dihevînin li gorî yasaya navnetewî û rêkeftinên taybetî jibo hebûna wan ku dê her du welat biryar bidin.

Li alîyê kulturî ve, her du hikûmetan planên zivirîna arşîvên girîng yên sîyasî bo Hikûmeta Îraqê û hewildanên zêdekirina şîyanên zankoyên Îraqî gotûbêj kirin. Di heman demê da her du alîyan planên vegera berhemên hunerî û arşîvên Partîya Baasê bo Îraqê jî gotûbêj kirin.

Her du alîyan giringîya têkilîya stratejîk û xwedî biryarbûna wan jibo avêtina pêngavên rast bo pêşvebirina berjewendîyên her du welatan û jibo serfirazîya ewlehîyê, aramîyê û devlemendîya herêmê piştrast kir.

Hikûmeta Amerîkayê pêşwazîya derfeta jinûve piştrastkirin û hevkarîya xwe bi Iraqê ra kir di dema ku Serokwezîr Mustafa Kazimî dest bi erka xwe dike.

Her du hikûmet çavlirê ne jibo gotûbêjên kûr derbarê mijarên jorîn li civîna Danûstandinên Stratejîk ya Komîteya Hevrêzîya Bilind li paytext Washingtonê, dibe ku dibe di meha Tîrmehê de çêbe.

XS
SM
MD
LG