Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Bazara Wuhanê di Belavbûna Korona de Rolek Lîst, lê Pirtir Lêkolîn Hewce Ne


Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Înê got ku bazareke mezin ya li bajarê Wuhan li Çînê, wek çavkanîyek an jî wek cîhê mezinbûnê, rolek di belavbûna vîrusa koronayê de lîstiye.

Dr. Peter Ben Embarek, pisporê WHO yê ser ewlehîya xwarinê û vîrusên ajalan

ku derbazî mirovan dibin, banga lêkolînên pirtir li ser wê yekê kir.

“Wê bazarê di derketin û belavbûna vîrusa korona de rolek lihîstiye û ev zelal e. Lê, roleke çawa em nizanîn. Ew çavkanî yan jî cîhê mezinbûnê bû, yan jî tesadufî hinek tûşbûyî li nav û derdorê bazarê hatin dîtin,” Embarek got.

Wî li Cenevrê di preskonferansekê de got ku ne dîyar e ku ji sewalên zîndî, jî firoşgerên tûşbûyî yan jî kirîyarên bazarê ew vîrus belav kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gotibû ku gelek delîlen girîng hene ku vîrus ji laboratuvara Wuhanê derketiye, lê wî ti hûrgilî nedabûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha ti delîlên berbiçav peyda nebûne ku vîrusa korona i laboratuvara Wuhanê ve girê didin û zanist dibêjin ku vîrus bi xwezayî derketiye.

Jovara Der Spiegel ya Almanî ragihand ku raporek ji îstixbarata Almanî îdiayên Pompeo wek gumanbar nirxandiye.

Embarek got ku bazar û firoşgehên ku heywanên zîndî difiroşin divê baştir werin birêvebirin û paqijîya wan were pêşvebirin û hinek jî wan jî divê werin daxistin.

“Lê, piranîya wan bazar û firoşgehan dikarin werin sererast kirin û rewşa wan dikarin baştir kirin,” wî got.

XS
SM
MD
LG