Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yemen Niha jî Rûbirûyê Belavbûna Korona Dibe


Karkerekî saxlemîyê kolanên Sanaa paqij dike (28 04 2020)

Yemenê îro Pêncşemê cara yekê jimareke pêketin û mirinên girêdayî vîrusa korona ragihandin.

Karbidestekî ji başûrê Adenê jî hişyarî da ku hejmara pêketîyan dîyar e ku di rojên were de bilindtir be.

Neteweyên Yekbûyî tirsa xwe ragihandibû ku vîrusa korona bi awayekî veşartî belav dibe, li wî welatî ku bi mîlyonan kes rûbirûyê birçîbûnê û kêmahîya dermanên bizîşkî ne.

Yemenê pêketîyê yekê ji nexweşîya COVID-19 di 10ê Nîsanê ji istana Hadramout ya li başûrê welêt ragihandibû.

Yemen ketibû nav şerekî navxweyî, piştî ku Husîyan hikûmeta paytext Sanaa ya bi piştgirîya civata navnetewî ji desthilatê êxistibû. Dû re, hevpeymanîya di bin seroktîya Saudîyan de, di Adara 2015ê de ketibû nava wî şerî.

Wezîrê saxlemîyê yê hikûmeta ser bi Saudîyab ve, derengîya roja Çarşemê ji televîzyona Yemenî re gotibû ku pêketî û du mirin ji Adenê hatine ragihandin.

Wî dabû zanîn ku jiber hebûna nexweşîyên din yên bi heman nîşanan, wekî tavîbûnê, bê derfeta testkirinê dijwartir dike ku bûyerên pêketîna vîrusa koronayê werin dîtin.

"Em hemî li benda wê gavê bûn û em tevî kêmahîya kanînên xwe yên bizişkî xwe li dijî vîrusa korona amade dikin," karbidestekî cûdaxwazên başûr Abdul Nasser el-Welî got.

"Erê, ev jibo me êşeke din e, lê divê em xwedî biryar, aram û bêhnfireh bin... Dibe ku di rojên pêş de hejmar bilind bibe," Welî bi berdewamî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Encûmena Demkî ya Başûrê Yemenê roja Yekşemê li Aden û herêmên din yên başûr cihê bûbû û xweserî îlan kiribû.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) xem û tirsa xwe ragihandibû ku bandoreke herî xirab ya nexweşîya COVID-19 li Yemenê çêbe jiber ku nifûsa wê ji yên welatên din belangaztir e û derfetên wî welatî kêmtir in.

XS
SM
MD
LG