Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Bêtirî % 80 ji Kujerên Rojnamevanan Azad Dimînin


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Pêncşemê raportek weşand, tê de dibêje ku kesên rojnamevanan dikujin piranîya caran azad dimînin.

Di deh salên dawî de, CPJ kuştina 278 rojnamevanan belge kirîye. Di 81% ji wan dozan de, ti kes girêdayî tawanan nehatîye gunehbar kirin.

“Ev yek peyameke xirab ji rojnamegerîyê re dişîne, jiber ku çi hikûmet be yan jî komeke çeteyan be ku bixwaze rojnamevanekî bêdeng bike, dikare kujerekî bi çend hezar dolar jibo vî karî kirê bike,” Robert Mahoney, cîgirê rêvebirê CPJ’ê ji Dengê Amerîka re got.

Somal, Sûrîye û Îraqê di serê lîsteya CPJ’ê de cîh digirin di nav wan welatên ku herî kêm kujerên rojnamevanan dadgeh dikin.

Li gor raportê, di deh salên dawî de li Somalê 75 rojnamevan hatine kuştin. Ji wan 75 dozan, 25 hîn jî nehatine çareser kirin.

XS
SM
MD
LG