Lînkên eksesibilîtî

Di Raporta CPJ de Sûrîye jibo Rojnamevanan Welatê Herî Xeter e


Rojnamevanên Hondurasî giwaştin û zordarîyên ser ragihandinê protesto dikin
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya bingeh li New York, raporta “Azadîya Ragihandinê” ya sala 2013 belav kir.

CPJ di raporta xwe de dyar dike ku Sûrîye jibo nûçegîhanan welatê herî xeter yê li seranser cîhanê ye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dide zanîn ku sala borî li seranser cîhanê 70 rojnamevan hatine kuştin û pirtir ji 200 kesên din jî hatine zindanî kirin.

Li gor CPJ, 29 bûyerên kuştinê li Sûrîyê qewimîne ku li wî welatî rojnamevan têne revandin yan neçar dimînin ku welêt biterkînin.

Di raporta CPJ de tê gotin ku Îran û Îraq jî, jibo rojnamevanan, cîhên bi tehluke ne û rewşa azadîya medya li Misirê jî xirabtir bûye.

L Îraqê 10 xebatkarên medya hatine kuştin û gelekên din jî mecbur bûne ku ji welêt derkevin.

CPJ dîyar dike ku hem hikûmeta Bexda, hem jî hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî berdewam, hewil didin ku rojnamevanên hevrik bêdeng bikin, bi rêya desteserkirin, nehêlana derfetên karkirinê û êrîşên ser dezgehên ragihandinê.

Rêxistina azadîya rojnamegerîyê hişyarî dide ku Rûsya û Tirkîyê sala çûyî zext û giwaştinên xwe yên ser rojnamevanan zêde kirine.

CPJ bal dikşîne ku Tirkîyê, ev du salên ser hev de ne ku di zindanîkirina rojnamevana de di rêza yekê ya hemî cîhanê de ye û bi giştî 40 xebarkarên medya li wî welatî di zindanê de ne.

CPJ bi bîr tîne ku Îran di warê zindanîkirina rojnamevanan de di rêza duyê yê hemî cîhanê de ye û wan zindanîkirina 35 rojnamevanan belge kirine.
XS
SM
MD
LG