Lînkên eksesibilîtî

CPJ: Somalî, Sûrîye û Îraq jbo Rojnamegeran Welatên Herî Xeter yên Cîhanê Ne


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku Somalî, di sê salên dawî de, di mijara kuştina rojnamevanan de sê car bûye welatê herî xirab.

Li gor daneyên Rêznameya Necezakirina Cîhanî ya 10’an ya CPJ’ê, li Somalî ya ku bi salan e di nav şerê navxweyî de ye, di 12 salên dawî de ji 24 zêdetir rojnamevan hatin kuştin.

Sûrîye, ku li wir jî 6 sal in şerê navxweyî didome, ji rêza xwe yê sêyan ya par îsal rabû rêza duyê. Sûrîye yek ji yek welatên pêş yên ku rojnamevan tên kuştin, kujerên wan nayên girtin û eşkere nabin e.

Di rêza sêyê ya CPJ’ê de Îraq heye. Li Îraqê rojnamevan, ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) û komên çekdar yên bi piştgirîya hikûmetê ve gefan dixwin.

Di rêza çaran de Sûdana Başûr heye ku li wir jî di sala 2015’an de 5 rojnamevan di kemînekê de hatibûn kuştin.

Fîlîpîn, ku li wî welatî cezakirina sûcên berpirsên hikûmetê yên dijî rojnamevanan kêşebar, di rêza pêncan de ye.

CPJ’ê bi raporê dîyar kir ku li dewletên wek Brezîlya, Hîndîstan, Meksîka û Rûsya, ku xwe wek welatên demokratik didin nas kirin jî, ser rojnamevanan gef hene.

CPJ ji 2008’an vir ve rapora kuştinan diweşîne û Afganistan cara yekê neket pênc rêza pêşî.

Li Afganistanê 16 sal in şerê navxweyî didome û cara yekê li wî welatî kuştina rojnamevanan kêm bûye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG