Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Rewşa Azadîya Ragihandinê ya Herêma Kurdistana Îraqê Rexne Dike


Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku rewşa rojnamegerî li Herêma Kurdistana Îraqê,jiber givaştinên heyî ber bi rûxandinê ye.

CPJ di daporta xwe de bi 5 rojnamevanan re peyîvîye û serborîyên wan, astengên pêşîya wan û dijwarîyên ku ew rûbirû dibin anîne ziman.

CPJ bal dikşîne ku wê ji refranduma serxwebûnê heta niha gelek bûyerên desteserkirinê, ecizkirin, êrîş, gefxwarinê ji alîyê her du partîyên desthilatdar li herêmê, PDK û YNK’ê tomar kirine.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dide zanîn ku ne Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê ne jî ofîsa medya ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza şîrovekirekirinê ya CPJ’ê ya 5’ê Îlonê bersîv kirine.

CPJ herwiha dîya dike ku Sendîkaya Rojnamevanan ya Kurdistanê û her du partîyên desthildar jî daxwaza wê ya şîroveyê bê bersîv hiştine.

XS
SM
MD
LG