Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ ji Tirkîyê Dixwaze Dersînorkirina Rojnamevanê Îranî Mosaîd Rawestîne


Rojnamevanê Îranî Mihemed Mosaîd

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Duşemê bang li desthilatdarên Tirkîyê kir ku dersînorkirina rojnamevanê Îranî Mihemed Mosaîd bo Îranê demûdest rawestîne.

Mosaîd di Mijdara borî de Xelata Azadîya Ragihandinê ya Navneteweyî ya 2020’an ya CPJ wergirtibû.

Ew roja Yekşemê bi rêya înternetê bi CPJ re têkilî danîye û ragihandîye ku ew piştî ku ji Îranê derbazî bajarê Wanê yê ser sînorê rojhilata Tirkîyê bûye, ji alîyê polîsên Tirk ve hatiye desteser kirin.

Rojnamevan Mosaîd di Tebaxê de ji hêla dadgeha Îranê ve bi tawana 'hevkarîya dijî ewlehîya neteweyî' û "belavkirina propagandaya dijî sîstemê' bi cezaya çar sal û neh mehên zindankirinê hatibû mehkûm kirin.

Wî ji CPJ re daye zanîn ku piştî ku karbidestên Îranî ew agahdar kirye ku divê di nav du rojan de cezaya wî destpê dike, ji Îranê revîy.

Mosaîd ji CPJ re gotîye ku polîsên Tirk wî jibo dermankirinê birine nexweşxaneya dewletê ya li bajarokê Ozalp û polîsan ji wî re ragihandinin ku dê di demeke nêz de wî radestî hezên kontrola sînorê yên Îranê bikin.

Berpirsê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur ya CPJ'ê Şerîf Mansûr ragihand ku ger Mosaîd were radest kirin, ew dikare rûbirûyê reftarên xirab be.

“Em bang li karbidestên Tirk dikin ku berpirsîyên xwe yên gor qanûna navneteweyî bi cîh bînin; dersînorkirina Mosaîd rawestînin; daxwaza jibo penaberîya sîyasî ku Mosaîd dikare bike, binirxîne û herwiha piştrast bike ku mafên Mosaîd yên di peyvajoya dadwerîyê de tên parastin," Mansûr got.

CPJ bal kişand ku peyamên têlefonê yên CPJ yên bo walîtîya Wanê heya niha bê bersîv hatine hiştin.

XS
SM
MD
LG