Lînkên eksesibilîtî

Xelatgira CPJ, Rojnamevana Yemenî Nasser Vîza Amerîkî Wergirt


Rojnamevana navdar ya Yemenî Afrah Nasser dibêje ku piştî du caran pêşîn ya redkirinê, vîzaya Amerîkî ji wê re hate dayîn ku ew bikare beşdarî li merasîma xelatwergirtinê ji alîyê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bike.

"Em serketî bûn! Min vîza wergirt! Karmendê balyozxanê got ku jiber girîngbûna xelata min, ew vîza didin min" Nasser li ser hesaba xwe ya Twitterê nivîsî.

CPJ meha borî ragihandibû ku ewê xelata Azadîya Ragihandinê ya Navnetewî ya 2017’an bide Nasser, ku li Swêdê di sirgunî de dijî. Ew hem hemwelatîya Swêdê, hem jî ya Yemenê ye.

Jiber ku Yemen di lîsta qedexeya rêwîtî ya Serokê Amerîka Donald Trump e, vîza ji Nasser re nedihat dayîn.

XS
SM
MD
LG