Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Cruz Dijî DAIŞê Pêşnîyara Çekkirina Şervanên Kurd Dike


Berbijarên Komarî di gotûbêja televîzyonî ya CNN de do şev li bajarê Wasconsin hatin hember hev ku piştevanîya dengderan wergirin.

Her sê, Donald Trump, Ted Cruz û John Kasich hevbîr bûn ku divê rêxistina tundrê DAIŞê were şikandin.

Trump li ser wê mijarê got ku divê ew bi lêzûbezî û xurtî DAIŞê ji ser rûyê erdê tune bikin, jiber ku rêka din tuneye.

Senator Cruz jî got, divê Amerîka hêza xwe ya esmanî bi hîn bi xurtî kar bîne û çekan bide şervanên Kurd ku ew jî bikaribin DAIŞê bikujun.

Walîyê eyaleta Ohio jî Kasich opêşnîyara koalîsyona dijî DAIŞê kir û daxwaza pirtir alîkarî ji welatên Kendavê kir. Wî got, divê operasyna dijî DAIŞê hem bi hêzên esmanî, hem jî yên bejayî be.

XS
SM
MD
LG