Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve yê Saudî Dibêje ligel Qatarê Danûstandin Nabe


Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Adil el-Cubeir îro Sêşemê got ku danûstandin li ser daxwazên wan ji Qatarê nabe.

Cubeir li Washingtonê ji rojnamevanan re got ku biryar di destê Qatarê de ye ku nema piştgirîya terorê bike û li seranser herêmê nêrînên tundrê belav bike.

Gotinên Cubeir di vê demê de tê ku muhleta Erebistana Saudî, Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreyn ya pêkanîna 13 şertên ser Qatarê di nav vê heftê bi dawî dibe.

Di nav wan mercan de, girtina sazîya ragihandinê El-Cezîre, ku navend li Qatarê ye, sînorkirina peywendîyên bi Îranê, girtina bingeha leşkerî ya Tirkîyê ya li wî welatî û radestkirina hin sûcdarên terorê jî hebûn.

XS
SM
MD
LG