Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Jimareke Nivîskarên Rojnameya Cumhuriyet Binçav Dike


Polîsên Tirk îro edîtor û jimareke nivîskarên rojnameya Cumhuriyet binçav kirin, bi gumana ku peywendîya wan ligel zanayê olî Fetullah Gulen ya plandanerê darbeya leşkerî ya meha 7, Tîrmehê heye.

Sernivîskarê Cumhuriyetê Murat Sabuncu û 8 karmendên rojnamê ku di nav wna de qunciknivîs Aydin Engin û Guray Oz jî hene.

Di derbarê sernivîskarê berê ya rojnamê Can Dundar, ku ji havînê vir ve li dervayê Tirkîyê dijî, jî biryara girtinê hate dayîn. Dundar di meha heşt tebaxê de karvekêşana xwe dabû, piştî ku dadgehê, bi sedema ku sirên dawletê eşkere kiriye, pênc sal cezayê zindanê li wî birîbû.

Cumhuriyet ku rojnameya herî kevn ya sekuler e, yek jî rojnameyên herî dawî ya opozîsyonê ye. Ew sala borî ji alîyê Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ve hatibû xelat kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye niha bi rewşa awarte tê rêvebirin û heta niha bi dehan dezgehên medyayê hatine daxistin û bi deha hazaran karmendên hikûmetê jî, ji kar hatin dûrxistin.

XS
SM
MD
LG