Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cuomo Dibêje Rewşa Awarte ya li New Yorkê Roja Pêncşemê bi Dawî Dibe


Andrew Cuomo

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir ku rewişa awarte ye jiber pandemîya vîrusa korona hatiye ragihandin roja Pêncşemê bi dawî dibe.

Andrew Cuomo bidawîbûna rewişa awarte ji brîfînga nûçeyan ragihand û li Twitterê jî ew nivîsî.

Cuomo bo şênîyê New Yorkê da zanîn ku têkoşîna dijî vîrusa korona didome û divê ew vaksînan li xwe bidin.

Wî dîyar kir ku dawî li rewişa awarte ya pandemîyê hatiye.

Walîyê New Yorkê di 15’ê Hezîranê de piranîya sînordakirinan rakiribûn.

Cuomo da zanîn ku li eyaletê 71 ji sedê kesên ji 18 salî mezintir bi kêmî ve dozekê vaksînê li xwe dane û dîyar kir ku pirtir ji 63 ji sedê kesên ji wê temenê mezintir bi temamî hatine vaksînkirin.

Wî di dawîyê de da zanîn ku li ku li firok, otobus, tren û firîngehan de bangên CDC yên dijî pandemîyê dê di merîyetê de bin.

XS
SM
MD
LG