Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cureya Nû ya Vîrusa Korona li California jî Hat Dîtin


Walîyê California Gavin Newsom
Walîyê California Gavin Newsom

Walîyê California Gavin Newsom dîyar kir ku li eyaletê wan cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin.

Newsom ew agahî bi Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci re bi rêka vîdeokonferansê ragihand.

Fauci da zanîn ku ew li ser wê agahîyê şaş nebûye ewê di demeke nêz de li eyaletên din jî cureya nû ya vîrusa korona bibînin.

‘’Cureya nû ya vîrusa korona divê bo rûniştvanên California ecêb neyê. Jixwe em li benda tiştekî wisa bûn.’’ Fauci got.

Berî California, ji nav eyaletên Amerîka li Colorado cureya nû ya vîrusa korona hatibû dîtin.

Cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî di 13’ê Berfanbarê de li Brîtanya hatibû tespît kirin.

XS
SM
MD
LG