Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qubrus Serlêdanên Penaberiyê Ya Sûriyan Radiwestîne


Serokê Qubrusê Nikos Christodoulides
Serokê Qubrusê Nikos Christodoulides

Qubrusê prosesa serlêdanên penaberiyê yên Sûriyan rawestand, piştî zêdebûna hatinên neqanûnî di vê mehê de, rayedaran roja Yekşemê got.

Zêdetirî 1,000 kes bi qeyikên Libnanê ji destpêka Nîsanê ve gihîştine Qubrusê di nav kûrbûna girjiya li Rojhilata Navîn de. Nîqosya bang li hevkarên xwe yên Yekîtiya Ewrupî kir ku bêtir alîkariya Libnanê bikin, û her weha rewşa Sûriyê ji nû ve binirxîne, ku niha ji bo vegerandina penaxwazan ne ewle tê dîtin.

Serokê Qubrusê Nikos Christodoulides ji rojnamevanan re got: "Ev tedbîrek awarte ye, ew biryarek dijwar e ku berjewendîyên Qubrusê diparêze."

Qubrus, dewleta herî rojhilat a YE û ya herî nêzî Rojhilata Navîn e, bi qasî 160 km (100 mîl) rojavayê peravên Libnan an Sûriyê ye. Di sê mehên destpêkê ên îsal de zêdetirî 2,000 kes bi deryayê derbas bûn, li gorî heman heyamê di sala 2023an de ku tenê 78 bûn.

Di pratîkê de, tedbîr tê wateya ku penaxwaz dê li du kampên pêşwaziyê yên ku xwarin û stargehê pêşkêş dikin, bê sûdeyên din bêne girtin. Kesên ku bixwazin ji wan kampan derkevin dê ji her cûre berjewendiyekê bêpar bimînin, û dê destûr nebin ku bixebitin, çavkaniyên hukûmetê gotin.

Christodoulides hefteya çûyî serdana Libnanê kir, û bi Komîsyona Ewropî re têkilî dike ka çawa Bruksel dikare alîkariya Beyrûtê bike di rawestandina herikîna penaberan de. Libnan ku di nava qeyraneke aborî ya kûr de ye, mêvandariya bi sed hezaran penaberên Sûriyê dike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG