Serokê hilbijartî yê Komara Çek Petr Pavel, ku berê NATO bi rêve birîye, dîyar ku divê ser alîkarîya bo Ukrayna ti sînor neyê danîn.
Pavel ji hevbendên NATO xwest ku ser alîkarîya bo Ukrayna wêrektir tevbigerin.
Komara Çek di dawîya hefteyê de bo dîyarkirina serokê welêt çû ser sindoqan û Pavel, ku di navbera 2015 û 2018’an de NATO bi rêve biriye, hilbijart.
Ew dê di meha pêş de sonda seroktîyê bixwe.
Wî di hevpeyvînekê de dîyar kir ku Ukrayna li hember dagirkerîyê şer dike û got ku divê Rojava ji bilî çekên navokî hemî çekan bide Kîevê.
Şerê Rûsya û Ukrayna vê mehê saleke xwe temam dike.
Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di vî şerî de piştgirî didin Kîevê.
Jêder: AFP