Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komara Çek Navê Xwe Diguhere û Dike Çekya


Serokê Çekî Milos Zeman
Serokê Çekî Milos Zeman

Karbidestên Komara Çek ji AP re dibêjin ku ew dixwazin navê welatê xwe biguherin û bikin Czechia anku Çekya.

Rêberên Çekî dibêjin ku bila navê fermî yê welatê wan wek xwe bimîne, lê ew gelek eciz in ku welatê wan mîna Çeko yan Çekland tên nav kirin.

Ew dibêjin navekî wek Çekya ku bi Îngîlîzî jî hêsanî tê xwendin, wê tevlîjevîya heyî ji holê rake û ewê jî Neteweyên Yekbûyî bixwazin ku navê nû kar bîne.

Komara Çek beşeke ji Çekoslovakya bû, berî ku ew dewlet di sala 1993'an de bûbû du perçe û alîyê din navê Slovakya girtibû.

Hin kes nerazîbûna xwe ya ser navê din bilind dikin ku navê nû gelek nêzîkî navê herêma Çeçenistanê ya Rûsya ye ku di Îngîlîzî de wek Chechnya tê nivîsin.

XS
SM
MD
LG