Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daristanên Dersîmê Tên Şewitandin


Lêkolînvan li Navenda Lêkolînên Dersîmê

Navenda Lêkolînên Dersîmê (DAM) li ser şewitandina darîstanên Dersîmê yên di salên 2017 û 2018’an de raporek amade kirin. Ev rapor li avahîya DAM’ê ya Beyoglu ya giredayî Îstenbulê ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî endamê DAM’ê Selam Yeşîlgoz xwend. Yeşîlgoz anî ziman ku agirên li daristanên Dersîmê têne derxistin bi zanabûn bi sedama ewlehîyê têne derxistin. Dîsa ev agirên têne derxistin jiber bi gotina ewlehîyê û “heremên qedexe kirî” nahêlin ji alîyê gel ve were vemirandin.

“Li gor bawerîya Elewîyan, her çîya, dar û sewal bi qasî mirovan xwedî maf in. Hemî zîndîyên li xwezayê wekhev xwedî maf in. Ne dewlet ne jî rêveberên li herêmê ne xwedî mafê ku vê êşê bide gelê me. Em hêvî dikin ku jibo bawerî û nirxên gelê me rêzdar bin." Yeşîlgoz got.

Herwiha di rapore de hat dîyar kirin ku li gelek deverên Tirkîyeyê bi taybetî havînan şewatên daristanan der dikevin. Lê dewlet û sazîyên bi şewatan ve eleqedar jibo vemirandina van agiran dikeve nava seferberîyê. Lê dîsa tê xuya kirin ku jibo şewitandina daristanên li bajarên Kurdan heman tişt nayên kirin.

Yeşîlgoz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gel nêzîkatîya dewletê ya jibo ne vemirandina van agiran sedemên sîyasî dibîne û got, “Edî em naxwazin şewatên nû bibînin.”

Dîsa di raporê de tê dîyar kirin ku di nava 2 salan de herî kêm 25 caran daristanên Dersîmê hatîn şewitandin. Sedêmên van agiran jî weke, bombardimanên ji qerekolan, bombardimanên helîkopteran, herwiha bi zanebûn ji alîyê leşkeran ve ev şewat hatin derxistin. Dîsa bi topan û topên hewanan, operesyonên leşkerî bûne sedemen van agiran. Walîtîya Dersîmê û sazîyên peywirdar nahêlaye ev agir werin vemirandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG